Pişta şîn
   
 
 هۆڵۆكۆستی كورد - گۆڕینی/ ره‌زا شوان     جه‌میل بایک: بێچالاکی و بایکۆت کردنی ڕێفراندۆم، دوو شتی جیاوازن    هێزه‌کانی پاراستنی گه‌ل هه‌په‌گه‌،سه‌باره‌ت به‌ کوشتنی 9 گه‌ریلای هه‌په‌گه‌ له‌ جۆله‌مێرگ،لێدوانێکی ڕاگه‌یاند    سه‌لاحه‌ددین ده‌میرتاش،داوای رونکردنه‌وه‌ له‌ ئه‌ردۆگان ئه‌کات سه‌باره‌ت به‌ گیان له‌ده‌ست دانی 9 گه‌ریلای هپگ    سوریا:نوێنه‌ری تایبه‌تی ڕێکخراوی نه‌ته‌وه‌ یه‌کگرتووه‌کان ڕه‌وشی مافی مرۆڤی له‌و وڵاته‌ به‌ مه‌ترسیدار ڕاگه‌یاندووه‌    په‌رله‌مانی ئه‌وروپا پێشێلکردنی مافه‌کانی مرۆڤی له‌ ئێران شه‌رمه‌زار کرد    خۆ پێشاندانی کوردان دژ بە هێرشەکانی سەر ڕۆژ تی ڤی لە کۆپنهاگن    
   
   
   


چاندوهونه‌ر
 
Pişta şîn

2010-02-19

پارتی چاره‌ سه‌ ری دیموکراتی کوردستان

Pişta şîn


Baxê jiyanê li dergahê teye kurdo bese
Rab û rûnê bik sipasî ku şehîdê te heye


Xweş di bîra xwed werîne bejn û bala wî delal
Ko xwedê ew birye azman va sitêra te heye


Ekrem ê şêrîn li baxan bûnye milkê miletî
Miletê birçî û tazî vêca nanê wî heye


Me gelek dewr û jan dfîtin li heyamê berê
Her felek qet namîne wer vêcarê gava me ye


Tajî û lawên çeqelan tên nêçîra qaza me
Cana me ne bê xwedî ye bazê zinara heye


Bi wêrîna we Hozano kurm ji darê weşiyan
Kes nema kare bêje ko ridê pergende ye


Nû jiyan çêkir li şûn xwe ey şehîdê qehreman
Roniyê ji bo me diçînin hem heyv û roja meye


Ne tenê şêr û şepalê me ji nêv çiyê dizên
Va li beryê jî diyare ku Diyarê me heye


We govenda me xweşik kir hûn şehîd û torevan
Tembûra we dilîlîne senfoniyek me heye


Du çemên gewre û şêrîn tên ficana wey tenik
Kerş ji ber şîpan direvin sorlehî şoya me ye


Nêrigiz û lalên nûhatî bîn û rengên xwe didin
Vedibin dergah li kurdan mizgîna jîna me ye


Ev bedewên qenc û nazik wê ji bîra kê biçin
Pişta dayikan veşîne pêvejîn terha we ye


Rêmên reş bavên me kuştin zar û zêç winda kiein
lê milet herdem mestire hîmê wî pir gewreye



Beşîrê Mele



مه‌یلی بکه‌ بۆ هاوڕێکه‌ت E-mail to a friend چاپی بکه Print clean copy


http://www.pcdk.org/kurdi/page.php?sid=6611

_Email: _Name:
 
_comments: